SerekeSîyasî

Îlham Ahmed: pêwandîyên Rojavayêye tevî Swêdê yên qewînin

Admînîstrasîya li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê/ Rojava/ pêwandîyên six tevî Swêdê xweyî dike. Derheqa wê yekêda seroka komîtêya şêwira Sûrîyayêye Dêmokratîk, Îlham Ahmedê gotîye.

Swêdê piştgirî daye Rojavayê û wezîra karên der çend cara wekîlên Rojavayê qebûl kirine.Swêd dixweze bibe endama NATO-ê, lê Tirkîya dijî wê yekêye. Enqere dixweze ku Stokholm piştgirîyê nede kurdên Sûrîyayê û heger ew wê yekê bike, Enqerê dijî endamtîya wê dernekeve.

«Em nava pêwandîyadanin û pêwandîyên meye tevî hukumata Swêdê yên sixin.Em her dem nava hevraxeberdanadanin û em hîvîdarin wekî nava vê yekêda wê teribandin tunebin»,- Îlham Ahmedê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button