
Çawa bersiva zordarîya van axirîyaye bi sîliha, ya li Kurdistanê, Mesrûr Barzanîyê serokwezîr emir kirîye ku hemû dikanên sîliha bidine girtinê û sîlihên nerêgîstrasîyakirî ji cimetê bistînin.
Derheqa wê yekda Mesrûr Barzanîyê serokwezîr Twittere da nivîsîve. Ev yek wî çaxî qewimî, wextê ku li Hewlêrê malbetek hate kuştinê û piştî wê yekê jî xwendikarekî du profêsorên zanîngehê da ber gula.
“Emê îzinê nedine tu kesî, ku aramîya civakî û bêqezîyabûnê bidine teribandinê”,- Mesrûr Barzanî gotîye.
“Nava çarçoveya wan cedaninada usa jî gavên bona kontrolê wê bêne avîtinê. Min teslîmî wezîreta karên hundur kirîye ku sîstêma dîcîtal bona kontrolkirina destûra bona sîliha sazkin”,- serokwezîr gotîye.







