Alî pevketine sînorê Ermenîstanê û Tirkîyayê bidine vekirinê
1-ê tîrmehê wekîlên Ermenîstanê û Tirkîyayê, yên pêvajoya normalkirina pêwandîyn di navbera Ermenîstanê û Tirkîyayêda, cîgirê serokê parlamênta Ermenîstanê Rûbên Rûbînyan û Serdar Kilicê bayloz cara çaremîn li Vîênayê rastî hevdu hatine.
Ji wezîreta Ermenîstanêye karên der ragîhandine, wekî alî pevketine nava wedê herî kurtda sînorê Ermenîstanê û Tirkîyayê bidine vekirinê û qirar kirine wî alîda şuxulkarîyên pêwîst destpêkin.
Alî pevketine nava wedê nêzîkda cîguhastina baraye bi hewê mîyaserkin û usa jî qirar kirine wî alîda gavên anegor biavêjin.Xêncî wê yekê gavên konkrêt hatine gotûbêjkirinê, kîjana dikarin biavêjin bona ku di navbera herdu welatada bighîjine normlkirina pêwandîya.
Alîya careke mayîn dane dîyarkirinê, ku bêyî tu qewil-qirara wê şuxulkarîyê berdewam bikin.