Pêşezana pêwandîyên navnetewî û pirsên bêqezîyabûnê Sosî Tatîkyanê gotîye wekî Adirbêcan gavên bi qezîya diavêje. Ewê daye dîyarkirinê, wekî Adirbêcan hazir nabe statûsê bide ermenîyên Qerebagê, alîyê ermenî çawa agrêsor raber dike, ku giva ermenîya ew qetil kirine û hindava Ermenîstanêda jî şantaja leşkerî-sîyasî mîyaser dike. Bi fikira pêşezanê, Bekû halekî nû saz dike bona şerê nû û bi pisîxolocî li ser alîyê ermenî têrorê dike ku ewê bên û Yêrêvanê dagirkin, bona ku berdaxustin hebin. «Propaganda Adirbêcanê şedetîya wê yekê dide, wekî ew bona aşîtîyê pêşda naçin, çimkî Adirbêcan dicêribîne ku bi şantaja leşkerî-sîyasî tiştên usa biqetîne, yên ku ne anegorî normên navnetewîne»,- pêşezanê gotîye.
Bi xeberdana derheqa stratêcîya Ermenîstanêda ewê daye dîyarkirinê, wekî alîyê ermenî gerekê îzina vê şantajê nede. Ew têra dibîne,wekî desthilatdarîya dewletê gerekê nava sîyaseta derda berbi dîvêrsîfîkasîyayê here, tevî Rojavayê axaftina li ser hîmê qîmetîya derbazke.