Adirbecan gerekê qedirê borcdarîyên xweye navneteweyî bigre: Paşînyan
Adirbecan gerekê qedirê borcdarîyên xweye navneteweyî û mîyaserkirina xalên ku îmze kirine, bigre. Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr destpêka civîna hukumatêda got.
Li gorî Paşînyan ew borcdarî evin:
. Qebûlkirina qala hebûna Qerebaga Çîya
. Qedirê pêwandîyên heyîna xeta Qerebaga Çîya bigrin
. Qedirê heyîna sivdera Laçînê bigrin, kîjan înstîtûta here girînge ku Ermenîstanêva girê dide
Paşînyan da kifşê, wekî Ermenstanê hemû borcdarîyên xwe qedandine. Ewî bi resmî elam kir, wekî li Arsaxê leşkerên Komara Ermenîstanê tunene.
Serokwezîr elam kir, wekî vê gavê şerê bi aktîv diqewime, lê rewşa opêratîv gelekî sincirîye.
Endamên hukumatê îro bi deqa kerbûnê qedirê bîranîna cangorîyên ku nava encamên opêrasîyona azêrîyada şihîd ketine, girt.