Serokê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan careke mayîn gef xwerine ku hêzên kurda ji nehîyên bakûr-rojhilatê Sûrîyayê bêne derxistinê.
Êrdogan derheqa wê yekêda wextê konfêransa baylozaye li Enqerê gotîye, û bîr anîye wekî êrîşên bi dirona û bombebarandin li bakûrê Sûrîyayê wê zêdebin.
Enqere hêzên kurdaye li Sûrîyayê çawa beşeke PKK ê hesab dike û ji destpêka sala 2O22 a da gefa duxwe ku wê opêrasîyoneke nû dijî kurda li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê destpêke.
Em bêjin, wekî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, Rûsîya û Îran dijî opêrasîyonên Tirkîyayêye nû derketin û derheqa wê yekêda eşaretî dane Tirkîyayê.