H’emû nûçeSereke
Nava encamê teqîna li «Surmelî» yê 8 meriv bê ser-berate undayîne: xebatên lêgerînê berdewam dibin
Nava encamê teqîna li merkeza « Surmelîê» ye kirîn- frotanê hejmara yên bê ser-berate undabûyî 8 merivin. Bi ragîhandina «Armênprêss» ê derheqa wê yekêda wezîreta Ermenîstanêye halê qeydeder daye kifşê.
6O welatî berbirî merkezên nexweşxanên Yêrêvanê bûne, ji wana 12 qenc dibin, lê 48 jî alîkarîya doxtirîyê stendine û derketinê.
Em bîr bînin, wekî 14-ê tebaxê seheta 13:23 deqeyî ji wezîreta halê qeydeder ya navnetewî da agahdarkirin, wekî li Yêrêvanê merkeza « Surmelîê» ye kirîn- frotanê teqîn qewimîye, rûyê çida avayê sêqatê hedimîye.