
Parlamêntvanê îraqî Elî Cemalî, yê ji fraksîya şihîya, elam kirîye wekî Tirkîya bi êrîşên xwe li ser axa Îraqê binelîyên edil dikuje û bi hezara meriv jî rûyê wê yekêda cîh û warên xwe dihêlin û diçin. Parlamêntvan usa jî derheqa bûyara li Zaxoyê daye dîyarkirinê. Piştî bûyara Zaxoyê gelek sîyasetmedarên îraqî dew kirin ku eskerê tirka ji axa Îraqê derkeve.
Cemalî gotîye, wekî bêdengîya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî usa kirîye ku tirk qanûnên navnetewî diteribînin, êrîşê dibine ser binelîyên edil.







