H’emû nûçeSereke
Paşînyan wextê hevdîtina tevî Xovayêv derheqa girîngîya cêribandina hemsedirtya koma Mînskêda daye dîyarkirinê
Nîkol Paşînyanê serokwezîr hemsedirê koma Mînskêyî ji Rûsîyayê, wekîlê wezîrê Rûsîyayêyî karên der Îgor Xovayêv qebûl kirîye. Beşdarên hevdîtinê derheqa agrêsîya dijî Ermenîstna serbixwe û altkirina halê pêşdahatîda xeberdane. Pirsên derheqa xweykirina aşîtî û qewînbûna li herêmê girîng hatine hesabkirinê.
Dorana pirsên derheqa helkirina pêwandîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda, usa jî dew û doza Qerebagêda, hatîye gotûbêjkirinê.
Paşînyanê serokwezîr derheqa girîngîya înstîtûta hemsedirtîya koma Mînskê û xebitandina cêribandinê, ya li gorî mandata navnetewî, daye dîyarkirinê.