Li gorî înformasîya stendî, ya li kantona Efrînê, 2O ê îlonê çekdarên piştgirên tirka êrîş birine ser gundê Qotayê û bi gunehkarkirinên nerastva pênc binelîyên edil revandine.
Hatîye ragîhandinê, wekî ev merivên revandî birine cîhekî neeyan û derheqa yazîya wanda tu tişt eyan nîne.
Organîzeya mafparêz, ya bi navê «Efrîn-Sûrîya» ê daye dîyarkirinê wekî ji destpêka okûpasîyakirina Efrînê hetanî niha, 686 binelîyên edil hatine kuştinê û 8455 jî hatine revandinê.Piranîya merivên ku hatine revandinê, hetanî roja îroyîn bêser-berate undabûyîne.