H’emû nûçeSereke

Ermenîtan dewê dike ku qîmetên zelal bidine xirabkarîyên hêzên Adirbêcanêye sîlihkirî: wezîreta Ermenîstanêye karên der

Wezîreta Ermenîstanêye karên der girêdayî xirabkarîyên eskerê Adirbêcanêra elametî belav kirîye, kîjanêda hatîye gotinê:

“Nava malperên sosîyalîda cêrge vîdyo hatine belavkirinê, yên ku derheqa wê yekêda îzbat dikin ku çawa dîlên ermenîye leşkerî dikujin, nava wanda jina dizêrînin û cinyaza eblû dikin.

Komara Ermenîstanê dewê dike, wekî qîmetkirina zelal bidine xirabkarîyên hêzên Adirbêcanêye sîlihkirî.Em dibêjin, wekî ev pirsgirêk gerekê li dikên navneteweyîye anegor bêne eşkerekirinê û gunehkara û teşkîldara li ber cabdarîyê bidine sekinandinê. Nava vê hemtêkstêda pêwîste ku lêkolîna navneteweyî bê mîyaserkirinê.

Civaka navneteweyî borcdare tehsîra xweye ser Adirbêcanê bide zêdekirinê, li kîderê bi neqanûnî dîlên ermenîye leşkerî û merivên sîvîl  tên xweykirinê, wana gerekê paşda vegerînin û yazîya yên ku bêser-berate unda bûne, bidine eşkerekirinê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button