H’emû nûçeSereke

Ermenîstan ji Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv hîvîya qîmetê sîyasîye: serokê parlamêntê

Niha Ermenîstan ji Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv hîvîya qîmetê sîyasîye. Armênprêssê ragîhandîye, wekî derheqa wê yekêda serokê parlamêntê Alên Sîmonyan gotîye rojnamevana.

«Bo min pêwîste, ku leşkerekî welatekî mayîn ji sînorê Ermenîstanê, ya ku endama Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîve, derbazî vî alî nebe. Ez niha dikarim bînim ber çevê xwe ku heger dijminek hidûdê Rûsîyayêra derbazbe û rûyê wê yekêda bajarê Soçîyê bidine valakirinê. Hûn halê usa tînin ber çevê xwe? Bona min ewlehkarîya welatê min û yekîtîya axa wê girînge»,- Sîmonyan gotîye.

Bi gotina wî gerekê mecbûrkin, ku organîze bixebite, lê heger nexebite, wî çaxî gerekê mêxanîzmên başqe bigerin.

«Niha em hîvîya qîmetkirina sîyasîne, lê bi wê  yekêva tevayî ew yek bona me  ferz  nîne û bona xweykirina ewlehkarîya welatê me wê hîvîyê nesekinin ku tiştek jî biqewime, çimkî ew wede tune. Çiqasî em hîvîyê sekinîne, îdî bese»,- Sîmonyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button