Cîgirê serokê parlamênta Îraqê Şaxafan Ebdile elam kirîye, wekî girêdayî topbarankirinên Îranêra, yên li Herêma Kurdistanê, wê civîna parlamêntêye mexsûs derbazbe û wextê civînê wekîl û serokên hêzên ewlehkarîyê wê li wir amadebin.
«Min ew yek îzbat kirîye û hevdîtina mexsûs wê destpêka hevtîya tê pêk bê. Li parlamêntê wê civîna mexsûs girêdayî wan bûyara derbazbe. Ji alîkî mayînva ne tenê wekîlên wezîreta Îraqêye parastinê, lê usa jî wekîlên hêzên ewlehkarîya Îraqê wê li parlamêntêbin»,- Şaxavan Ebdile gotîye.