H’emû nûçeSereke
Li parlamênta Avropayê agrêsîya Adirbêcanêye dawî, ya dijî Ermenîstanê, wê bê gotûbêjkirinê

Li Strasbûrgê civîna parlamênta Avropayê destpê bûye. Merkeza prêssayê, ya parlamênta Avropayê daye dîyarkirinê, wekî nava cêrga pirsada usa jî agrêsîya Adirbêcanêye dawî, ya dijî Ermenîstanê wê bê gotûbêjkirinê.
Hatîye dîyarkirinê, wekî bi têmayên şerê Ûkraînayê û Rûsîyayê, ewlehkarîya ji alîyê xurekda, ya li Avropayê û opêrasyonên leşkerîye di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda xeberdanê hebe.







