Gelo mîsîya Avropayêye dîtindarîyê dikare provokasîyonên Adirbêcanê bide zeftkirinê? : sîyasîzan şirove dike

Hetanî ku wezîrên Yekîtîya Avropayêye karên der mandata dîtindara îzbat kirin, û 4O meriv îdî hatine Ermenîstanê bona ku wana li ser sînorên ermenîya-azêrîya cîhwarkin, Adirbêcan berbi sertbûna hal diçe. Dora wê têmayê pêşezanê merkeza sîyaseta ewlehkarîyê, Robêrt Gêvondyanê sîaysîzan xeberdaye. Bi gotina Gêvondyan, provokasîya wê berdewam bibin û ew yek sîyaseta Bekûyêye. Cîhwarkirina dîtindara, ya li ser sînor wê li ser provokasîyayên Bekûyê tehsîr neke. Ewî gotîye, wekî alîyê ermenî gerekê bona wan provoksîya amadebe û bikaribe ber xwe bide.
“Dîtindar nava dorana hinek pêvajoyada wê bixebitin û wê înformasîyayê bidine Avropayê, Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, çimkî ew bi wê mandatê tên û em hêvîdarin wekî ew înformasîya wê bi saya xebata Ermenîstanêye aktîv mecalê bide tehsîra li ser Bekûyê bidine zêdekirinê”,- sîyasîzan gotîye.







