
Cîgirê serokê parlamênta Îraqê Şaxavan Ebdule elam kirîye, wekî partîyayên Îraqêye sîyasî bona belavkirina cîhên nava wezîretada bi hevra qayîl nabin.
“Ew roja ku parlamênta Îraqê berevbe û dengê xwe bide kabîneya serokwezîrê nû, Mihmed Şîya As Sûdanî hê nehatîye kifşkirinê”,- ewî gotîye.
Şaxavan Ebdule daye dîyarkirinê, wekî alî hê karên xwe hevra nedane qayîlkirinê û hevraqayîlnebûn hene, mesele girêdayî wezîreta neftê û çend wezîretên mayîva.







