H’emû nûçeSereke

Pûtîn morkirina qayîlnivîsara di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda çawa pêwîst hesab dike

Rûsîya fikira derheqa morkirina peymana  aşîtîyêye di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda diparêze, lê Moskva xwe amade nake ku tiştekî bide mecbûrkirinê, çimkî bijartin ya cimeta ermenîye û karê serokatîya wêye. Derheqa wê yekêda wextê civîna klûba Valdayê, serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn gotîye.

“Tabîya me ewe, wekî ev peymana li hevhatinê pêwîste û em piştgirîyê didine helkirina pirsgirêkêye bi rîya edil, usa jî kifşkirina sînora û helkirina temamîya pirsgirkê”,- serokê Rûsîyayê gotîye.

Ajansa TASS ê nivîsîye, wekî pirs ewe, ku kîjan cûrê helkirinê bibijêrin û bi gotina Pûtîn ew yek pirsa Ermenîstanê, cimeta ermenî û serokatîya wêye.

“Çi jî hebe, kîjan cûre jî bê bijartinê, heger ew yek berbi aşîtîyê dibe, emê tenê piştgirîyê bidine wê yekê, lê eme tu kesî nedine borcdarkirinê”,-Vladîmîr Pûtîn gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button