H’emû nûçeSereke
Dêlêgasîya Ajanêsa Navnetewî, ya Pêşkeftinê, ya ŞAY, hatîye Ermenîstanê

Dêlêgasîya Ajansa Navnetewî, ya Pêşkeftinê, ya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, hatîye Ermenîstanê û ewê hetanî 2 ê mijdarê li Ermenîstanêbe. Serokatîya dêlêgasîyayê dike seroka beşa ajansêye li Avropayê û Avrasîyayê Êlîzabêt MiKî.
Wekîla ajansê wê bi seredana xwe piştgirîyê bide hevkarîya di navbera Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî û Ermenîstanêda, ya ku li ser bingeha qîmetîyên dêmokratîk û pêwandîyên herdu cimeta hatîye hîmdanînê.
Nava rojeva seredanêda, hevdîtinên tevî serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan, cîgirê serokwezîr Mihêr Grîgoryan, wezîrê karên der Ararat Mîrzoyan û parêzera mayfên mêriv Krîstînê Grîgoryanê têra hatine dîtinê.







