H’emû nûçeSereke
Nava neh mehên sala 2022 da 11 669 meriv bûne welatîyên Ermenîstanê

Îdara polîsîyayê, ya pasporta û vîza xebata xweye giran berdewam dike. Derheqa wê yekêda, wextê gotûbêjkirina projeya qanûna derheqa byûcêya dewletêda, cîgirê serokê polîsîyayê Ara Fîdanyan gotîye.
“Nava neh mehên sala 2022 da 15 396 pasportên nû hatine dayînê. Pasportên bi cûrê nû dane 386 875 welatîya, lê bi emirnivîsara serokkomarê Ermenîstanê 11 669 meriv jî bûne welatîyên Ermenîstanê.







