
Kirina têrorîstîye li bajarê Îranêye Şîrazê welatîyê Adirbêcanê teşkîl kirîye. Dereqa wê yekêda wezîreta Îranêye cesûsîyê gotîye.
Teşkîldarê vê kirina têrorîstî welatîyê Adirbêcanêye, yê ku hatîye Têhranê û wekîlên DAÎŞ ê va hatîye girêdanê. Nava koma kirina têrorîstîye li mizgeftê teşkîlkirî, usa jî welatîyên Afganistanê û Tacîkstanê hene”,- nava elametîya ajansa “Tasnîm” ê da hatîye gotinê.
Li gorî melûmetîyên wezîreta cesûsî, 26 meriv bona teşkîlkirina wê êrîşê hatine girtinê. Ew hemû jî welatîyên Adirbêcanê, Tacîkstanê û Afganistanêne.







