H’emû nûçeSereke
Wezîrê Ermenîstanêyî karên der beşdarî xebata hemcivîna Parîzêye aşîtîyê bûye /wêne/

Ararat Mîrzoyanê wezîrê karên der, yê ku bi seredana xebatêva li Fransîyayê bû, beşdarî xebata hemcivîna Parîzêye aşîtîyê bûye. Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye karên der ragîhandine.
11 ê mijdarê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan rastî wezîra Fransîyayêye karên der Katrîn Kolonayê hatîye. Ararat Mîrzoyan pirsên derheqa peymana aşîtîyêye tevî Adirbêcanê, usa jî pirsa Qerebagê û vekirina rêyên transportêda raber kirîye.Wezîrê Ermenîstanê gotîye wekî nêzîkbûnên Adirbêcanê û axaftinên wêye agrêsîv cedandinên wêye bona ewlehkarîya herêmê diteribînin.









