H’emû nûçeSereke
Li Ermenîstanê senaya cêrge eşîyayên leşkerî heye: Hakob Arşakyan

Himberî sala 2017 a komplêksa senaya leşkerî ya sala 2023 a çar cara zêde bûye û gihîştîye 6,8 mîlyard diramî.Derheqa wê yekêda wextê gotûbêjkirina qanûna derheqa byûcêya dewletêye sala 2023 a da, cîgirê serokê parlamênta Ermenîstanê Hakob Arşakyan gotîye.
“Bona ku bo welatîya û karmenda zelalbe, progiramên zanistîyê û lêkolînîyê û usa jî cêribandinê, yên bona hewcetîyên leşkerîne û ew wextê xebata komîsîya layîqî begemîyê dibin.Ez dixwezim bêjim, wekî hemû nimûnên ku cêribandinên dewletêra derbaz bûne, ji alîyê komîtêya senaya leşkerîda hatine qebûlkirinê. Roja îroyîn mecal heye ku wana nava qewilên rastda bidine xebatê û nava cêrge tiştada îdî xwestina wan tişta heye”,-Arşakyan gotîye.







