H’emû nûçeSereke

Serokwezîrê Ermenîstanê û serokê Fransîyayê mîyaserkirina gavên bona qewînkirina ewlehkarîya li Qafqasîya Başûr girîng hesab kirine

Li bajarê Tûnîsêyî Cêrbayê, nava dorana civîna Frankofonîyayêda, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan rastî serokê Fransîyayê Êmanûêl Makron hatîye.

Wextê hevdîtinê serokatîya Ermenîstanêye nava Organîzeya Frankofonîyayêda bilind hatîye qîmetkiinê. Xeberdan derheqa pirs û bernamên organîzeyêda çûye.

Nîkol Paşînyan û Êmanûêl Makron fikir dora encamên hevdîtina serokatîyên Ermenîstanê, Fransîyayê, Adirbêcanê û serokê şêwira Avropayê pevguhartine. Mîyaserkirina gavên bona qewînkirina ewlehkarîya li Qafqasîya Başûr girîng hatîye hesabkirinê.

Paşînyanê serokwezîr derheqa rastkirina encamên agrêsîya azêrîya û derxistina eskerên azêrîyaye ji axa Ermenîstanê daye dîyarkirinê.

 Herdu alîya usa jî derheqa hevkarîya dualîda xeberdane

Zêdetir nîşan bide
Back to top button