H’emû nûçeSereke
Serokê parlamêntê lênihêrandina projeya organîzeyêye derheqa piştgirîya hindava Ermenîstanêda çawa tiştekî eseyî hesab kirîye

Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan wê yekê çawa tiştekî ecêb hesab dike, wekî Ermenîstan bûye endama Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv, ku xwe ji yekîtîya tirka-azêrîya biparêze û wekî ew wede hatîye ku ew sîstêm hema heta niha qîmetkirina sîyasî bide.
“Tiştekî ecêbe em endama Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîvin, bona ku ji kê xwe biparêzin?”. Bersiva wê pirsê tune. Dema ku ew wede hatîye ku hema qet na qîmetkirina sîyasî bê dayînê, ew qîmetkirin bes nîbûye. Bersiv hema ew yek bû, wekî Ermenîstanê dokûmênt îmze nekir û hêvîdare wekî qîmetkirina sîyasî wê hebe”,- Sîmonyan gotîye rojnamevana.
Serokê parlamêntê gotîye, wekî dokûmênt gerekê ese bê lênihêrandinê.







