H’emû nûçeSereke
Alîyê ermenî hêvîdare ku ji alîyê tifaqdarên Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv qîmetkirina sîyasîye zelal, ya derheqa agrêsîya azêrîyada wê hebe: berdevkê wezîreta karên der
Berdevkê wezîreta Ermenîstanêye karên der Vahan Hûnanyan derheqa civîna Organizeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîvda xeberdaye û daye dîyarkirinê, wekî projeya birîyara organîzeyêye derheqa piştgirîya hindava Ermenîstanêda têra alîyê ermenî nedikir.
Wextê qisa tevî Radar Armenia yê Hûnanyan gotîye: “Alîyê ermenî hêvîdare ku wê ji alîyê tifaqdarên Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv qîmetkirina sîyasîye zelal, ya derheqa agrêsîya azêrîyaye 13-14 ê îlonêda wê hebe, lê bi rêdaktorîya niha ew dokûmênt têra Ermenîstanê nedikir, ya derheqa piştgirîya hindava Ermenîstanêda. Bona wê yekê jî hate birîyarkirinê, ku dokûmêntê careke mayîn lê binihêrin”.