H’emû nûçeSereke
Li Ermenîstanê wê wezîreta karên hundur sazbe
Li Ermenîstanê wê wezîreta karên hundur sazbe.Hukumata Ermenîstanê begemî daye projeya guhartinên nava qanûna derheqa sîstêm û şuxulkarîya hukumatêda.
Wezîrê Ermenîstanêyî edaletê Grîgor Mînasyan gotîye, wekî sazkirina wezîreta nû wê îzinê bide ku him kontrola parlamêntîyê û him jî ya sîvîl hindava goveka polîsîyayê hebe. “Sê qulixdarîyên mezin wê bikevine nava wezîreta karên hundur: polîsîya, qulixdarîya xilazkirinê û ya mîgrasîyon”.
Nîkol Paşînyanê serokwezîr jî daye bawarkirinê wekî polîsîya bi standartên nû wê hebe, lê kardarîya xebatê jî wê bilindbe.