H’emû nûçeSereke
Rêke başqe bona mêxanîzma hevraxeberdanên navneteweyî, ya bona hevraxeberdanên wekîlên Qerebagê û Adirbêcanê tune: Marûkyan
Baylozê Ermenîstanêyî pirsên mexsûs Êdoman Marûkyan wê yekê pêwîst hesab dike wekî mêxanîzma navneteweyî, ya bona hevraxeberdanên di navbera wekîlên Qerebagê û Adirbêcanêda bê sazkirinê. Bi gotina Marûkyan heger usa nebe, pirsên korîdora Laçînêva girêdayî û usa jî yên mayîn wê berdewambin.
“Hûn zanin wekî pêşda wekîlên Adirbêcanê bi seredan çûye imbara avêye Sarsangê û bûyarên wî cûreyî neqewimîne.Korîdora Laçînê nehatîye girtinê û ew li wir qesidîne, çimkî tevî desthilatdarîya Arsaxê hevkarî kirine.
Em tevî civaka navneteweyî wê têzê pêşda dibin, wekî helkirina pirsgirêkê hewca wedê dirêje û heger wî cûreyî nebe, pirsgirêk wê berdewambin”,-Marûkyan gotîye rojnamevana.