H’emû nûçeSereke

Li Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Koloêktîv qanûndarîyê diguhêrin: Rûsîyayê li Organîzeya Netewên Yekbûyî wê mîsîya organîzeyêye aşîtîparêzîyê raberke

Sêkrêtarê Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv Stanîslav Zas şuxulkarîya organîzeyêye salê daye tomerîkirinê û derheqa encamên monîtorînga li ser sînorê ermenîya-azêrîya û hemcivîna li Yêrêvanê xeberdaye. Bi gotina Zas, li kîderê hewcetî hebûye, ew bi opêratîvî û kardarî xebitîne: “Li gorî encamên mîsîya Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv, ya li ser sînorê ermenîya-azêrîya hatîye birîyarkirinê, ku desta birîyara amadekin, ya bona piştgirîya  hindava Ermenîstanêda.

Ew li Yêrêvanê hatîye gotûbêjkirinê, û em hêvîdarin wekî piştî zêdekirinên anegor emê du dokûmêntên girîng  qebûlkin”,-Zas gotîye.

Zas usa jî  serda zêde kirîye wekî hîvîyêne ku dokûmêntek wê bê qebûlkirinê, li gorî kîjanê meremê organîzeyê heye ku nava qanûndarîya şuxulkarîya aşîtîparêzên xweda guhartina bikin û femdarîya “welatê koordînator” zêdekin, kîjanê bide kifşê, wekî ew welat wê bi têma mîsîyayên aşîtîparêzîyê tevî Organîzeya Netewên Yekbûyî hevraxeberdana bidine derbazkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button