H’emû nûçeSereke
Fransîya cedandina dide xebatê, ku mîsîya dîtindarên Yekîtîya Avropayêye li Ermenîstanê statûsa her demî bistîne
Wezîra Fransîyayêye karên der Kêtrîn Kolonayê bersiva pirsa nama seroka koma dostîya Fransîyayê û Ermenîstanê Ann-Lorans Pêtêlê daye û derheqa halê dora korîdora Laçînêda xeberdaye. Ewê gotîye, wekî xêncî wê yekê usa jî pêwîstîya dirêjkirina wedê mîsîya dîtindarên Yekîtîya Avropayêye li Ermenîstanê heye. Bi ragîhandina Armênprêssê, Ann Lorans Pêtêlê derheqa wê yekêda Twittere da nivîsîye.
Wezîra Fransîyayêye karên der daye dîyarkirinê wekî hevdîtina li şêwira ewlehkarîyê, ya Organîzeya Netewên Yekbûyî bi açixî pêk hatîye, çimkî dayîna gazê careke mayîn hatîye dasekinandinê, lê komîtêya Xaçê Sor li Qerebagê dişuxule.