H’emû nûçeSereke

Krîzeya hûmanîtarî li Arsaxê roj bi roj gur dibe: wezîreta karên der

Wezîreta Ermenîstanêye karên der derheqa korîdora Laçînêda elametî belav kirîye.

Nava elametîyêda hatîye gotinê:

“Wezîreta Ermenîstanêye karên der gudarîya hevkarên navneteweyî û  temamîya merivatîya pêşverû teglîfî li ser wê yekê dike wekî eva ji sê hevtîya zêdetire ku Adirbêcan Qerebag nava dorpêçkirinêda xweyî dike, rêjîma li gorî elametîya sêalî, ya  9 ê mijdara sala 2020 î diteribîne û rîya ku Qerebagê Ermenîstanê û temamîya dinîayêva dide girêdanê, daye dorpêçkirinê.Eva îdî roja 24 ye ku Adirbêcan li ber çevê temamîya dinîyayê dixweze bi zordarî cimeta Qerebagê ji cîh û warên wan bide derxistinê, sîyaseta  xweye paqijkirinê û êtnîkî berdewam dike.

Krîzeya hûmanîtarî li Qerebagê roj bi roj kur dibe. Hewcetîya eşîyayên pêwîst, xurek û dû-dermana kêm dibin.Qezîya xelayê tê texmînkirinê.Bi seda malbet dîsa ji hev cuda dimînin, yên ku li alîyên cuda-cuda mane.120 000 meriv ketine nava statûsa dîlketinê.

Gotinên Adirbêcanêye derheqa wê yekêda ku korîdora Laçînê vekirîye, yên bêhîmin.Şedetîya wê yekê hema ewe, wekî merivên ku jîyana wan nava qeterêdane, wan meriva bi avtomaşînên xaçê Sor carina cîguhastî Ermenîstanê dikin.

Em bangên endamên şêwira ewlehkarîyê ya Organîzeya Netewên Yekbûyî qîmet dikin, bi kîjana tê gotinê ku gerekê dorpêçkirina korîdora Laçînê bê hildanê.Em usa jî cedandinên Fransîyayê silav dikin.

Ermenîstanê dîsa nava hemû formata gava biavêje bona ku li sîstêmên navneteweyî gavên anegor bêne avîtinê bona ku dorpêçkirina korîdora Laçînê bê hildanê û krîzeya hûmanîtarî bê sekinandinê.

Em wê yekê jî pêwîst hesab dikin ku mîsîya navneteweyî bişînine Qerebagê û Laçînê bona ku cîda  hal qîmetkin.

Adirbêcan borcdare li gorî elametîya 9 ê mijdara sala 2020 î  korîdora Laçînê bide vekirinê, li gorî kîjanê Adiribêcan gerekê bibe garanta çûyîn-hatina binelîya û cîguhastina bara, û pêra jî korîdora Laçînê bin kontrola koma aşîtîparêzên rûsdane.

Niha xalên elametîya sêalî ji alîyê Adirbêcanê hatine teribandinê û em hêvîdarin wekî ji alîyê Rûsîyayêda cedandin wê bêne xebitandinê bona ku bêyî tu qewil-qirara ew hemû tişt bêne rastkirinê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button