H’emû nûçeSereke

“Em hîvîya bersiva alîyên azêrîyane”: Ararat Mîrzoyan derheqa peymana aşîtîyêda

Meha kanûnêda alîyê ermenî pêşnîyarên derheqa peymana aşîtîyêda teslîmî Adirbiêcanê kiribû, lê hetanî niha tu bersiv nehatîye stendinê.

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan bi xeberdana derheqa wê pêjoyêda bîr anîye wekî piştî girtina korîdora Laçînê Ermenîstan beşdarî hevdîtina wezîrên Ermenîstanê, Adirbêcanê û Rûsîyayêye karên der nebûye: “ Li wir gerekê gotûbêjkirinên projeya aşîtîyê berdewam bikirana. Bi menîyên femdarî em beşdarî hevdîtina li Moskvayê nebûn, lê me pêşnîyarên xwe raberî alîyê azêrîya kirîye. Niha em hîvîya bersiva wanin”,- Mîrzoyan gotîye.

“Me pêşnîyarên xwe şandine, lê bersiva alîyê azêrîya gerekê hebe, ya ku hetanî  niha tune.Alîyê azêrîya gotûbêjkirinên têksta peymana aşîtîyê daye sekinandinê û bi wê yekêva tevayî em kirinên provokasîyon li korîdora Laçînê dibînin”,- Ararat Mîrzoyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button