H’emû nûçeSereke

Paşînyan wextê qisa bi têlefonê ya tevî Blînkên halê hûmanîtarîyî girîng, yê rûyê girtina sivdera Laçînêda pêşdahatî gotûbêj kirîye

Nîkol Paşînyanê serokwezîr bi têlefonê tevî sêkrêtarê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Êntonî Blîkên qise kirîye.

Wextê qisa bi têlefonê  halê hûmanîtarîyî girîng, yê rûyê girtina sivdera Laçînêda pêşdahatî hatîye gotûbêjkirinê. Serokwezîr gotîye wekî bi girtina korîdora Laçînê, Adirbêcan careke mayîn provokasîyayê dike û borcdarîyên xweye li gorî elametîya 9 ê mijdara sala 2020 î diteribîne.Êntonî Blîkên gotîye wekî girînge ku bi çûyîn-hatina bi korîdorê bê dasekinandinê û serda zêde kirîye wekî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî amadeye piştgirîyê bide helkirina wê pirsgirêkê.

Wextê qisê fikir dora normalkirina pêwandîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê, çareserkirina parastina mafên cimeta Qerebagê û ewlehkarîya wêda, usa jî derheqa vekirina rêyên herêmî û normalkirina pêwandîyên Ermenîstanê û Tirkîyayê hatine pevguhartinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button