H’emû nûçeSereke
Koalîsîyona «Rizgarkirina Qerebagê» hatîye sazkirinê bona ku mesîhîyên ermenî biparêzin, yên ku pêşberî komkujîyê rû bi rû sekinîne

Çawa bersiva cêrge organîzeyên civakî û aktîvîsta îro li Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî wê koalîsîyona bi navê «Rizgarkirina Qerebagê» li ber Kapîtolîûmê berevbe.
Dikevine nava wê koalîsîyonê endamên kongrêsê, wekîlên dîyaspora ermenî, rêberên ruhanî û organîzeyên civakî, yên ku bona yazîya ermenîyên Arsaxê xemgînin.
Ji 40 rojî zêdetire, ji kanûna sala derbazbûyî, hukumata Adirbêcanê korîdora Laçînê girtîye û 120 000 ermenîyên li wir ketine nava hesarê.
Endamên koalîsîyonê derheqa piştgirîya xweye hindava cimeta Arsaxê dikin û borcdarîyê hildidine ser xwe ku guhdarîya çapemenîyê teglîfî ser wê pirsê bikin.
Koalîsîyon bangî hukumata Ştatên Yekbûyî dike ku hemû mecalên pêwîst bidine xebatê, ku dorgirtina Qerebagê bidine hildanê.







