H’emû nûçeSereke

Rojavayê tu tişt bona alîyê ermenî borcdar nekirîye: sêkrêtarê ewlehkarîyê derheqa elametîyên rûsada xeberdaye

Rojavayê tu tişt bona alîyê ermenî borcdar nekirîye. Derheqa wê yekêda sêkrêtarê şêwira ewlehkarîyê Armên Grîgoryan gotîye, dema ku ewî derheqa rexnekirina alîyê rûsada xeberdaye.

“Tu kesî em borcdar nekirine.Nava wê hemtêkstêda Rojavayê tu tişt nedaye borcdarkirinê.Cîhwarkirina mîsîya avropî birîyara alîyê ermenîye. Sala 2021 ê mehên gulanê û mijdarê êrîş hate ser Ermenîstana serbixwe û ew yek usa jî îlona sala 2022 a qewimî. Bi hesabhildana wê cêribandinê, wekî garantîyayên ewlehkarîyê naxebitin, Ermenîstanê bi meremê sazkirina garantîyayên ewlehkarîyê mîsîya sîvîl, ya Avropayê teglîf kirîye”,-Grîgoryan gotîye û serda zêde kirîye, wekî cîhwarkirina mîsîyayê wê garantîyayên ewlehkarîyê sazke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button