“Terka sanksîyayên dijî Sûrîyayê bidin”: Aramê Ewlin ji Sûrîyayê berbirî civaka navneteweyî bûye

Patryarxê Mala Kîlîkîyayê Aramê Ewlin, wextê seredana li Helebê, li ber rojnamevana bi elametîyêva pêşda hatîye. Derheqa wê yekêda “Ganzasar” ê nivîsîye.
Ewî daye dîyarkirinê, wekî bona wî her dem tiştekî cuda û bi şabûn bûye ku ew li Sûrîyayê biqeside, li wî welatî, yê ku ewledên cimeta ermenî, yên ku ji komkujîyê filitî bûn, li cem xwe qebûl kirine.
“Lawên cimeta me li temamîya dinîyayê belav bûne û ewê tu cara hizkirina cimeta Sûrîyayê, aminayî û piştgirîya wê bîr neke.
Roja îroyîn ez bi dilê kovan û bi dilêşî li Sûrîyayê qesidîme û min dîna xwe daye wêrankirinên mezin û merivên bin avayada mayî. Roja îroyîn Sûrîya nava tragêdîya mezindane.Encamên erdheja giran dikarin diha zêdebin, heger mecalên lez neyêne xebitandinê.
Bo wê yekê jî civaka navneteweyî nikare çevê xwe li ser vê tragêdîyayê bigre.Nava halê vî cûreyîda pêwîste nêzîkbûnên sîaysî daynin alîkî û alî hev bikin. Çawa Încîlêda tê gotinê: dema ku beşeke bedenê dêşe, usa jî temamîya bedenê dêşe. Roja îroyîn civka navneteweyî gerekê piştgirîyê bide Sûrîyayê.
Ez bangî civaka navneteweyî dikim, ku sanksîyayên dijî Sûrîyayê bidine hildanê û alî cimeta Sûrîyayê bikin, bona ku ew ji vî halê giran derkeve”,- Aramê Ewlin gotîye.







