Em hêvîdarin wekî pirsgirêkên hûmanîtarî wê mecalê bidin ku tevî Tirkîyayê pirsên sîyasî helkin: Paşînyan

Ermenîstan amadeye nava deşta sîyasîda tevî Tirkîyayê pêşda bilive.Armênprêssê ragîhandîye, wekî derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyan nava dorana gotûbêjkirinên dora têma ewlehkarîya Qafqasîya Başûr gotîye. Tevî wê gotûbêjkirinê bûne usa jî serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv, serokwezîrê Gurcistanê Îraklî Garîbaşvîlî û sêkrêtara Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avrpopayê Hêlga Şmîdt.
“Dema ku me birîyar kir ku alîkarîya hûmanîtarî û koma alîkarîyê bişînine Tirkîyayê, em derheqa pirsên hûmantarîda difikirîn, lê me dît ku Tirkîya bersiva baş dide û heger encamên wê yekê başbin, wê baştirbe. Feqet înîsîyatîva meye pêşin ya hûmanîtarî bû”,- Paşînyan gotîye.
Bi gotina serokwezîr li Tirkîyayê bi mîlyona meriv ji erdhejê zîyanê dikevin û Ermenîstan amadeye alîkarîya hûmanîtarî bide kifşê. Bi gotina wî, wextê seredana wezîrê Ermenîstanêyî karên der, ya li Tirkîyayê hinek pevketinên sîyasî hatine destanînê.
“Em amadene pêşda herin, çimkî em bawarin wekî îzbatbûna pêwandîyên di navbera Ermenîstanê û Tirkîyayêda, vekirina sînor wê ne tenê bona herêma me, lê ewê usa jî bona halê navneteweyî başbe”,- Paşînyan gotîye.







