H’emû nûçeSereke

Nimûnên mûzexwenên dîroka Ermenîstanê û ya Êrêbûnîyêye dîrokî, wê li mûzexwena Brîtanîyayê bêne nîşandayînê

Nimûnên mûzexwenên dîroka Ermenîstanê û ya Êrêbûnîyêye dîrokî, wê li mûzexwena Brîtanîyayê bêne nîşandayînê.Hîvîyêne wekî ev pêşengeh wê meha gulanê bê organîzekirinê.Derheqa wê yekêda serokê mûzexwena Ermenîstanêye dîrokê Davît Pogosyan wextê prêss-konfêransê gotîye.

“Sala derbazbûyî serokê beşa “Rojhilata Navîn”, ya mûzexwena Brîtanîyayê bi xwe hat û bona nîşandayîna nimûnên me hîvî kir. Ew bi nimûnên meva hijmekar bû.Em niha tevî hevkarên brîtanî dixebitin bona ku bo pêşengnehê xwe amadekin. Ez bêjim wekî nîşandayîneke mezin wê pêk bê û xebateke mezin îdî hatîye kirinê. Li wir wê nimûnên ji welatên cuda-cuda bêne raberkirinê”,-Davît Pogosyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button