H’emû nûçeSereke
Mîrzoyan û Başar Al Esed pirsên derheqa xebatên li wan nehîya, yên ku ji erdhejê zîyanê ketine, gotûbêj kirine

Serokê Sûrîyayê Başar Al Esed li Damişqê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan qebûl kirîye.
Ji wezîreta Ermenîstanê karên der elamî Armênprêssê kirine, wekî wextê qisê, pirsgirêkên li nehîyên ji erdhejê zîyanêketî hatine gotûbêjkirinê.
Nava rojeva hevdîtinêda usa jî pirsên pêwandîyên dualî hebûne. Xeberdan derheqa hevkarîya nava doranên navneteweyîda çûye.Usa jî pirsên derheqa ewlehkarîya herêmî û navneteweyî hatine gotûbêjkirinê.
Li gorî wê kanîya înformasîyon, wezîrê Ermenîstanê derheqa pêvajoya normalkirina heleqetîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê û halê rûyê girtina korîdora Laçînêda pêşdahatî, raber kirîye.







