H’emû nûçeSereke
Birîyarên mehkema Haagayê gerekê bi borcdarîi bêne mîyaserkirinê: sêkrêtarê Organîzeya Netewên Yekûyî derheqa birîyara mehêkema navnetewyîda

Sêkrêtarê Organîzeya Netwên Yekbûyî Antonîo Gûtêrêş gotîye, wekî birîyarên mehkema edaletê, ya navneteweyî gerekê bi borcdarî bêne mîyaserkirinê bi wê hêvîyê, wekî çûyîn-hatina aza, ya bi korîdora Laçînê bê çareserkirinê.
Nava elametîya sêkrêtarê organîzeyêda hatîye gotinê, wekî sêkrêtarê organîzeyê birîyarên mekhema navneteweyî qebûl dike, yên ku 22 ê sibatê hatine qebûlkirinê.
Sêkrêtarê sereke bîr anîye wekî mehkema navneteweyî gerekê bêne mîyaserkirinê. Ew hêvîdare wekî alî wê ewê yekê bikin û wekî Ermenîstan û Adiribêcan wê bixebitin ku pêwandîyên xwe bidine normalkirinê. Ewî gotîye wekî ew piştgirîya dîyaloga çêkirinê dike.







