H’emû nûçeSereke
Dîyaloga ermenîya-amêrîkîya ya stratêcîye

Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan bayloza Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî ya li Ermenîstanê, Krîstîna Kwîn qebûl kirîye. Bi pîrozkirina baylozê, serokê parlamêntê bi hêvîdarî gotîye, wekî wextê xebata wêye li Ermenîstanê pêwandîyên ermenîya-amêrîkîya wê dîsa pêşda herin û berfirehbin.
Serokê parlamêntê gotîye, wekî Ştatên Yekbkûyî nava jîyana Ermenîstanêye sîyasî û êkonomîkîda cîhekî girîng digre, lê dlîyaloga ermenîya-amêrîkîya jî ya stratêcîye.
Xeberdan usa jî derheqa halê li Qerebagê û halê li Ermenîstanê çûye.
Alên Sîmonyan gotîye wekî wî alîda birîyara mehkema navneteweyî gaveke girînge, bi kîjanê Adirbêcan tê borcdarkirinê ku ew li gorî borcdarîyên xwe çûyîn-hatina bi korîdora Laçînê bide çareserkirinê.







