Bayloza ŞAY derheqa hijmekarîya xweda, ya hindava mîrat û çanda dîrokîda elam kirîye

Piştî hatina xweye li Ermenîstanê, bayloza Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî li merkeza çandî, ya Gafêsçyanê qesidîye, bona ku nasîya xwe bide nimûnên çanda ermenî û ya wedê niha.
“Baylozê derheqa hijmekarîya xweda, ya hindava çanda ermenîye dewlemendda xeberdaye.Ewê bi pesindayîn derheqa hevkarîya binelîyên Ermenîstanê û ermenîyên ji welêt der daye dîyarkirinê”,- nava elametîya baylozxanêda hatîye gotinê.
Di derbarê wê yekêda, Krîstîna Kwîna bayloz rûpelê xeweye Twittere da nivîsîye:
“Çawa binelîya Kalîfornîyayê, ez derheqa pêwandîyên ermenîyên li vir û yên dîyaspora ermenîye li Ştatên Yekbûyî zanim. Merkeza Gafêsçyanê mesela hevkarîya ermenîyên temamîya dinîyayêye.
Bona vê gera li merkezê, ez spasîyê elam dikim. Ew gelekî li min xweş hat”,-Kwînê nivîsîye.







