H’emû nûçeSereke
Kompanîya “Microchip Technology ” kapîtala kîjanê dighîje 50 mîlyard dolarî tê Ermenîstanê

Kompanîya “Microchip Technology” kapîtala kîjanê dighîje 50 mîlyard dolarî, tê Ermenîstanê. Derheqa wê yekêda wezîrê êkonomîkayê Vahan Kêrobyan gotîye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî du sal pêşda pevketina derheqa wê yekêda hatîye destanînê.
Kompanîya “Microchip Technology” sala 1989 a hatîye damezirandinê. Li gorî melûmetîyên sala 2021 ê 19 500 xebatkarên wê hene û kara wê gihîştîye 349 mîlyon 400 000 dolarî. Ofîsa sereke li bajarê Çandlêrêye, ya li ştata amêrîkîye Arîzonayê.







