SerekeSîyasî

Serokwezîrê Ermenîstanê bi serokkomarê Almanîyayê li ser pêvajoyên li Kafqasya Başûr diqewimin, gotûbêj kirin

Serokwezîr Nîkol Paşînyan û xanim Anna Hakobyan çûne li cîhê rûniştandina serokkomarê Almanyayê û bi serokkomarê Almanyayê Frank-Waltêr Ştanmayêr û xanima wî Êlkê Byûdênbêndêrêra hevdîtin kirin. Piştî serîlêdanê serokwezîr Paşînyan û xanim Hakobyan di pirtûka mêvanên rêzdar de nivîsar kirin, paşê serokwezîrê  Ermenîstanê bi serokê Almanîyayêra ra sohbet pêk anî, lê xanim Hakobyanê jî bi Êlkê Byûdênbêndêrê ra sohbeteke taybet kir.

Hevdîtina serokwezîrê Ermenîstanê û serokkomarê Almanîyayê bi formata berfireh berdewam kir.

Nîkol Paşînyan û Frank-Waltêr Ştanynmayêr li ser çend mijarên girêdayî hevkarîya ermenîya-almana gotûbêj kirin. Di civînê de behsa pêşxistina hevkarîyên di warê sîyasî û aborî de hat kirin. Di wê çarçoveyê de hevkarîya aktîv ya hukumetên herdu welatan hate balkişandin.

Serokê Almanîyayê amadebûna xwe ji bo qewînkirina peywendîyên dualî nîşan da û bal kişand ser girîngîya rêformên ji bo pêşxistina demokrasîyê li Ermenistanê.

Nîkol Paşînyan der barê pêvajoya rêformên sazî û dezgehan de hûrgilî da zanîn û destnîşan kir ku dêmokrasî ji bo hukumeta Ermenîstanê xwedî girîngîyeke stratejîke.

Hevdîtinan li ser pêvajoyên li herêma Kafqasîya Başûr diqewimin, qeyrana însanî ya ku ji ber dorpêçkirina neqanûnî ya Adirbêcanê ya li ser korîdora Laçînê li Qerebaxa Çîya derketîye û mijarên din yên ku ji bo hevdu eleqedarin, rawestîyan.

Xanim Anna Hakobyan û Êlkê Byûdênbêndêr çalakîyên aktîv yên serokên dewletan di warên cuda da bal kişandin.

Xanima serokê Almanîyayê tekezî li ser  warê perwerdehîya dualî û planên ku di vî warî de têne kirin, kir û hûrgilîyên li ser gavên ku li Almanyayê têne meşandin, pêşkêş kir.

Xanima serokwezîr dîyar kir ku  fonda “Gava min” di warê perwerdeya dualî de jî bernameyan pêk tîne.

Di civînê de bal hat kişandin ser rola girîng ya jinan ya di avakirin û xurtkirina aştîyê de. Di vê çarçoveyê de xanim Hakobyan Êlkê Byûdênbêndêr vexwend lûtkeya navneteweyî ya bi navê “Rola jinan di pêşxistina dêmokrasî, aştî û ewlehîyê de” ku îsal wê li Yêrêvanê bê lidarxistin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button