H’emû nûçeSereke
Ermenîstanê û Hindistanê mecalên hevkarîya nava goveka parastinêda gotûbêj kirine

Ji 2 a hetanî 4 ê adarê cîgirê Ermenîstanêyî parastinê, serokê ştaba sereke, gênêral Êdvard Asryan bi seredana xebatêva li Hindistanê bû.
Dêlêgasîya Ermenîstanê beşdarî hemcivîna sernavê “Dîyaloga Raîsînayê” bûye.
Wextê hevdîtina tevî serokê ştaba hêzên Hindistanê, gênêral Anîl Çaûhan pirsên derheqa hevkarîya dualî û ewlehkarîya herêmî hatine gotûbêjkirinê.
Nava dorana seredanêda, gênêral Êdvard Asryan usa jî beşdarî gotûbêjkirinên dora hevkarîya dualî bûye.







