Mîsîya Yekîtîya Avropayê derheqa dîtindarîyên li ser sînorê Ermenîstanê raportê dişîne Bryûsêlê

Eva îdî ji deh roja zêdetire ku dîtindarên mîsîya Yekîtîya Avropayê li Ermenîstanêne û mayîna wane li vir bona Rûsîyayê û Adirbêcanê têma gotûbêjkirinêye.
Em bêjin, wekî serokatîya mîsîyayê dike Markûs Rîtêr, yê ku bi esilê xweva almane. Ew li cîhên dew û dozaye cuda-cuda bûye. Du sala ewê li Ermenîstanêbe.
Bi gotina Markûs Rîtêr, ew bi dirêjaya tevî sînorê Ermenîstanê-Adirbêcanê dîtindarîyê dikin û derheqa wê yekêda raporta dişînin Avropayê. Ewî gotîye, wekî bi wê yekê ew ewlehkarîya meriva didine çareserkirinê û bo wê yekê jî ew li gunda, li nehîyên ser sînor diqesidin. Bi fikira Markûs Rîtêr pirseke mayîn jî ewe ku mêxanîzmên qewînkirina aminayê sazkin, lê ew yek pirsa pêşerojêye, çimkî niha pirsa here pêşin kontrolkirina halê li ser sînore.







