H’emû nûçeSereke

Frênk Paloûn bang kirîye ku 100 mîlyon dolarî bona Ermenîstanê, lê 50 mîlyonî jî bona Arsaxê başqekin

Hemsedirê komîsîya Kongrêsa Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, yê alîyê pirsên ermenî, Frênk Paloûn bang kirîye ku 100 mîlyon dolarî bona Ermenîstanê, lê 50 mîlyonî jî bona Arsaxê başqekin. Kongrêsmên bi namê berbirî palata Wekîla bûye, kîjanêda usa jî bang kirîye ku du mîlyon dolara jî bona xebatên bêqezîyakirina mîna başqekin. Ewî usa jî daye dîyarkirinê ku xala 907 a mîyaserkin, bi kîjanê alîkarîya leşkerî bona Adirbêcanê tê sînorkirinê, usa jî hukumî ser Adirbêcanê bikin bona ku dîlên ermenîye leşkerî aza berde, yên ku hê sala 2020 î, li gorî elametîya 9 ê mijdarê gerekê bihatana azaberdanê.

Namêda  Paloûn usa jî guhdarî teglîfî ser korîdora Laçînê û girtina wê kirîye, rûyê kîjanêda cimeta Qerebagê ketîye nava krîzeya hûmanîtarî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button