H’emû nûçeSereke

Ermenîstanê pirsa derheqa întêgrasîya Arsaxêda ya nava teşkîla Adirbêcanêda gotûbêj nekirîye: sêkrêtarê şêwira ewlehkarîyê

Ermenîstanê pirsa derheqa întêgrasîya Arsaxêda ya nava teşkîla Adirbêcanêda gotûbêj nekirîye. Derheqa wê yekêda sêkrêtarê şêwira ewlehkarîyê Armên Grîgoryan gotîye. “Ew gotûbêjkirin yên derheqa maf û ewlehkarîyêdanin û pevketinên navneteweyî jî hema ew bû. Ev pevketin gerekê bêne mîyaserkirinê”,- Armên Grîgoryan gotîîye.

Çawa bersiva wê pirsê, ku Elîyêv çi dixwest bigota wekî daye dîyarkirinê, ku pevketina navneteweyî heye ku  tevî ermenîyên Qerebagê hevraxeberdana pêk bînin, Armên Grîgopyan gotîye: “Meha îlonêda em li Waşîngtonê rastî Cêk Salîvan û Hîkmêt Hecîyêv hatin û têmake gotûbêjkirinê jî sazkirina mêxanîzma navneteweyî bûye. Bi fikira min ewî derheqa wê yekêda xwestîye bide dîyarkirinê, nava doranên kîjanada gerekê gotûbêjkirin di navbera Stêpanakêrtê û Bekûyêda pêk bê. Adirbêcan dicêribîne bi rêyên cûre-cûre hukumî ser Qerebagê bike. Ew dicêribîne korîdora Laçînê girtî bihêle, dîvêrsîya mîyaserke”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button