H’emû nûçeSereke

Bawerîya min ewe ku me di şer da alt nekir, ji ber ku stûna 5 emîn di nava artêşa me de tevdigerîya. Paşînyan

Min qayîlîya xwe ji kesayetên opozîsîyonra dîyar kir ku di şerê 44 rojan de şensê serkeftinê hebû. Derheqa wê yekêda serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di civîna xwe ya çapemenîyê da behsa vê yekê kir.

“Bawerîya min ewe ku me di şer da alt nekir, ji ber ku stûna 5 emîn di nava artêşa me de kar dikir. Ez bawer dikim ku di demek nêzîk de ev rastî dê ew qas eşkere bibin ku gotina min dê wekî ku niha xuya dike, xerîb nemîne.

Zêdetirî 50 leşkerên berê yên hêzên çekdar, ku di nav wan de efserên pilebilind jî hene, bi sîxurî û xiyanetê têne tawanbar kirin. Ez nizanim li Ermenîstanê kesek heye ku difikire ku doz li wan hatîye vekirin yan na. Îro bi hincetên din efserên me yên leşkerî yên payebilind hene.

Niha efserên me yên pilebilind yên leşkerî bi tometa radestkirina erdan di bin çavan de ne. Di doza Şûşîyê de efserekî payebilind yê leşkerî heye. Di wê rewşê de, dema dadgehê biryara binçavkirinê da, tiştekî ecêb bona min bû, ku ji Ermenîstanê, ji Qerebaxa Çîya kesên cuda daxwazname pêşkêşî hiqûqê kirin, ku em wan kesan jî kesên ji binçavkirinê berdin, bi nermî li wan bigerin.

Rêaksîyona min wiha bû: ma we nedigot bila were eşkerekirin, zelalkirin, kê çi kirîye, li qada şer çi bûye, Şûşî çawa ketîye, kê daye Şûşî, çima Şûşî ketîye? Çima hûn hemû yên ku şûr dihejandin, niha hûn dixwazin tişt rawestin, bên girtin û mirov azad bibin? Çima hûn dibêjin serokwezîrê xayîn Şûşî teslîm kir, ev teslîm kir, ew teslîm kir?

Û gelo dikare derkeve holê ku armanc û plana kûr ya her tiştî tam ew bû? Ji bilî, eger ev kiryarek muhtemel li dijî desthilatdarîya sîyasî bûya, dîsa jî ne tişteke, lê li dijî dewletbûna Ermenîstanê ye”,- ewî got.

Paşînyan bi bîr xist ku di 10 ê gulana  sala 2021 de, 2 roj piştî îstifakirina hukumetê, Adirbêcan li ser sêktora Sotk-Xoznevarê dagirkerîyê dike. “Îro gênêralekî me yê payebilind li ser vê mijarê hatîye binçavkirin. Ji bo çi hatîye binçavkirin? Li gor ku ez dizanim ji ber ku bi qestî erkên xwe yên fermî ji bo parastina yekparçeyîya axa Komara Ermenîstanê pêk neanîye, hatîye binçavkirin. Ji ber çi nekirîye îzbat nîne. Ez ravekek dizanim çima ewê nexebite. Delîlên min nînin, ez nizanim dê hebe yan na, lê rastî bi xwe re dibêjin”,- serokwezîr got.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button