Nava dorana bernama dewletêda ya sala 2022 a , 917 qulixçîyên leşkerî malên jîyînê stendine: Sûrên Papîkyan

Sala 2022 a parlamêntê nava qanûna derheqa parastinêda guhartin kirine, nava dorana kîjanêda guhartin nava sîstêmên leşkerîda hatine kirinê. Hatîye dîyarkirinê, wekî merkezên perwerda leşkerî, deştên telîma û pareskerên nû hatine sazkirinê. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan wextê civîna komîsîya Ermenîstanêye parastinê gotîye. Ewî raport raberî komîsîyayê kirîye.
Bi gotina wezîr, nava encamên guhartinada pirs hatine lênihêrandinê û li gorî wê yekê bona ofîsêra mafê stendina malên jîyînê hatîye dayînê.Cêrge guhartinên başqe jî nava goveka parastinêda hatine mîyaserkirinê. Sûrên Papîkyan nava axaftina xweda gotîye wekî hema bi saya progiramê sala 2022 a 917 qulixçîyên leşkerî malên jîyînê stendine.
Wezîr usa jî bersiva pirsên parlamêntvana daye.







