H’emû nûçeSereke
Li Adirbêcanê dîrokê didine feşkirinê û dicêribînin wî cûreyî agrêsîya dijî Ermenîstanê bikine “ya qanûnî”

Li Adirbêcanê cêribandinên xwestinên agrêsîve dijî Ermenîstanê berdewam dibin.
Ajansa APA ê ragîhandîye, wekî derheqa wê yekêda serokê beşa înstîtûta dîrokê Cabî Bahramov, yê ku profêsorê dîrokzanîyêye, derheqa amadekirina xebata wa gotî “xebata akadêmî, ya dîroka Adirbêcana Rojavayê” da elam kirîye. Bi gotina wî, “têra tê dîtinê usa jî atlasê amedekin, ya ku wê ji xerîtên dîrokî-cêografîye cuda-cudabe”.
Em bîr bînin, wekî wa gotî “Adirbêcana Rojavayê” temamîya axa Ermenîstanêye. Bi “çêkirina dîrokê, li Adirbêcanê difikirin, wekî ewê bikaribin xwestinên xweye hindava axa Ermenîstanê “bikine yên qanûnî”.







